NAVENDA NÛÇEYAN
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(S.X)-ABNA-Encûmena Siyasî Nîştimanî ya Suniyan, ji bo serokwezîrtiya Iraqê, 6 namzet destnîşankirine. Di nava wan de serokê berê yê parlamentoya Iraqê Helbûsî jî heye.
Li gorî medya Iraqê, Encûmena Siyasî Nîştimanî ya Suniyan, ji bo wezîfeya serokwezîrtiya Iraqê navê 6 kesan weke namzet destnîşankirine.
Li gorî vê Mihemed Helbûsî, Sabit Ebasî, Salim Îsawî, Mehmud Qeysî, Mihemed Temîm û Musena Sameraî namzetên Suniyan yên ji bo wezîfeya serokwezîrtiya Iraqê ne.
Tê gotin Suniyan heya niha ji nav her 6 kesan, kesek diyarnekiriye û ji bo vê mijarê nirxandin dewam dikin.
Hêjayî gotinê ye di 11’ê Mijdarê hilbijartina parlamentoya Iraqê hate lidarxistin, piştî hilbijartinê liv û tevgera aliyên siyasî ya ji bo avakirina hikumeta nû destpê kiriye.
Your Comment